Rojava News: Rêxistina terorîstî ya DAIŞ bi boneya salek li ser derbasbûna dagirkirina Felucê ji aliyê çekdarên wê ve, ahengekî bi komî ya jin guhastinê bo çekdarên xwe ên biyanî li nava rêxistinê lidar xist.
Endamê encûmena parêzgehaa Felucê Mekî Îsawî bi daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihandiye ku: Rêxistina terorîstî ya DAIŞ bi boneya derbasbûna salekê li ser dagîrkirina qeza felucê de ji aliyê çekdarên wê rêxistinê de, DAIŞ 100 jinên qeza Felucê li çekdarên rêxistina xwe ya terorîstî ku bi muhacîrîn tên naskirin mar kirine.
Amaje bi wê jî kir ku rêxistina terorîstî DAIŞ ahengekî bi komî ya jin guhastinê bo çekdarên xwe li navçeya Mel`eb li navenda qeza felucê lidar xistiye û xelkekî zor jî di ahengê de amadebûne lê belê ew bi xwesteka xelkê nebûye û DAIŞ bi darê zorê ew kar kiriye.
Îsawî diyar kir ku zêdetir ji %90`ê DAIŞ ji xelkê bajarê Felucê ne û yê dinê jî ji regezên biyanî ne li wê qezayê.