RojavaNews : Ajansa Şerq Ewset a fermî ya Misrê ragihand ku, Serokê Misrê Ebdulfetah Sîsî duh, 21ê Hezîranê, Hazim Xeyret wek balyozê wî welatî li Israîlê binav kir.
Xeyret beriya niha cîgirê Wezîrê Derve yê Misrê bû, lê nediyar e dê kengî dest bi karê xwe wek balyoz li Israîlê bike.
Ji aliyê xwe ve, Serokwezîrê Isarîlê Benjamin Netanyahu pêşwazî li vê biryara Misrê kir û got: “Em bi germî pêşwzî li vê yekê dikin, ez bawerim ku ev tiştek gelek baş e ji bo bihêzkirina aştiya ku di navbera Misir û Israîlê de heye.”
Di sala 2012an de, serokê berê yê Misrê Mihemed Mursî nûnerê welatê xwe ji Israîlê vekişand bû, piştî encamdana êrîşekê ji aliyê Irasîlê bo ser çend navçeyên Xezaya Filesîtnî