Print this page

Êrîşa bi bombe birin ser Parlementoya Efxanistanê

Rojava News: Rêxistina Talîban li Kabola paytexta Efxanistanê êrîş birin ser avahiya Parlementoyê.

 

Berpirsê payebilind ê polêsan Vahît Amerhîl diyar kir ku milîtanan pêşiyê li ber avahiya Parlementoyê wesayîta bombebarkirî dan teqandin. Amerhîl daxuyand ku li dû vê milîtanan ji avahiyeke ku di halê înşeatê de ye dest bi gulebaranê kirin û li ser vê jî hêzên ewlekariyê bersiv dan wan. Amerhîl bal kişand ku hê jî pevçûn didome.

 

Berdevkê rêxistina Talîbana Efxanistanê Zabîhullah Mucahît di daxuyaniya xwe ya li dû pevçûnê de êrîş hilda ser xwe. Zabîhullah destnîşan kir ku wan bi çalakvanên xwekujiyê ve êrîş birin ser avahiya parlementoyê û pevçûn hê jî didome.

 

Hê jî nayê zanîn ku di êrîşê de ka kes mir an na.