Rojava News: Di girteyekî vîdeoyî ya 7 xulkan de ku li tora civakî de hatiye belav kirinê, serkirdeyekî DAIŞ derdikeve ku di nava qefesekî mezin ya hesin de rahênanê bi zarokan dike û bi dar li wan dide û paşê jî wan neçar dike bi serê xwe kaşiyan bişkînin û şer li gel hev bikin. Eve jî weku gavek bo gîhandina nifşên pêşerojê û belavkirina tirs û xofê bikartîne.
Li gor zanyariyên rojnameya Sunday Peopel a Birîtanî cihê perwerdeyê li navendekî serbazî ya rêxistina terorîstiye li Îraqê ye û kesên şareza û pispor jî mebest li belav kirina vê vîdeoyê ji aliyê DAIŞ ji bo bala cîhanê kişandin binav dikin.