Print this page

Li komkujiyên Spayker û Badoşê, DAIŞ 2935 kes kuştine

 

Rojava News: Hikûmeta Iraqê radighîne ku, hejmara qurbaniyên komkujiyên binkeya leşkerî ya Spayker û girtîgeha Baodşê gihiştiye “2 hezr û 935” kesî.

 

Wezareta Mafên Mirovan ya Iraqê ragihand ku, hejmara quraniyên komkujiya ku rêxistina Dewleta Islamî ya radîkla (DAIŞ) li binkeya leşkerî ya Spaykerê li Tikrîtê encamdabû, gehiştiye hezar û 697 kesî.

 

Wezaretê îro, 23ê Hezîranê, di konferensekî rojnamevanî de ragihand ku, li girtîgeha Badoşê ya ser bi Mûsilê ve, ku DAIŞê komkujî li wêde jî encamdabû, hejmara qurbaniyan gehiştiye 546 kesan.

 

Herwiha heta niha jî 692 kes hene ku di bûyerên din ên li Iraqê de bûn, çarenivîsa wan nediyar e.

 

Ji aliyekî din ve, Wezareta Mafên Mirovan diyar kir ku, ti qurbaniyekî komkujiya Spaykerê bi awayekî nihênî û bidizî li goristana Wadî Selam li Necefê hatibin veşartin, tevî ku beriya niha gotin hebû ku termê 300 qurbaniyên komkujiyê li goristana navborî bizidî hatine veşartin.