Print this page

DAIŞ, jinekî 80 salî ya mesîhî dişewitîne

Rojava News: Li gor nûçeyekî ajansa Monîtorîng a Emerîkî terorîstên DAIŞ li bajaroka Kermlîsî a ser bi bajarê Musilê jinekî 80 salî ya Aşûrî şewitandin.

 

Ajansê diyar kir ku ew jine temenê xwe 80 salî bûye ku ji mesîhiyên Aşûrî bûye û ser bi bajaroka Kermlîs ya ser bi qeza Hemdaniye ya bajarê Musilê ye, ku rexneyên tund li helwest û bernameya dînî ya terorîstên DAIŞ girtibû her ji bo wê jî ji aliyê dadgeha şer`î ya DAIŞ`ê ve li nava bajarê Musilê cezayê şewitandinê ji bo derçûye û piştre jî ji aliyê terorîstan ve hatiye şewitandinê.

 

Amaje bi wê yekê jî hatiye kirin ku: Bajaroka Kermlîs a ser bi qeza Hemdaniyê li parêzgeha Musilê ku tevahiya akinciyên wê ji mesîhiyên Keldan û aşûrî ne û beşekî zor jî penaber bûne.