Print this page

Di encama teqînekî de li Yemen 28 husî hatin kuştin

RojavaNews :Di encama teqînekî de li Yemenê 28 çekdarên Husî hatin kuştin.

Di vê derbarê de çavkaniyeke ewlekarî li Yemenê ragihand ku duh li bajarê Senayê paytext Yemenê tirimbîleke bombekirî li ber mala du Serkirdeyên çekdarên Husî de hatiye teqandin û di encama vi teqîna de ev her du Serkirdeyên Husî û 28 çekdarên din yên Husî hatine kuştin.

Ew çavkaniya anî ziman ku beşeke zêde ji endamên malbetên wan her du Serkirdeyên Husî jî hatine kuştin.