Print this page

DAIŞê dêr teqand: 4 zarok mirin

Rojava News: Çekdarên DAIŞê dêreke xirîstiyanan a di nava bajarê Mûsilê de teqandin. Hat ragihandin, di dema teqîna dêrê de 4 zaroka jiyana xwe ji dest dane.

 

Dêra Om Elmione dêreke dîrokî yê suryanên artodoks e û li taxa Sûq Şuarîyîn li navenda bajarê Mûsilê ye û dîroka wê vediere bo sedan sal berî niha.

 

Piştî ku bajarê Mûsilê ket destê çekdarên DAIŞê, wê rêxistinê hejmarek mizgeft û dêr û goristanên vî bajêrî teqandin. Ew zêdetirî salekê ye ku bajarê Mûsilê ketiye destê çekdarên DAIŞê.