RojavaNews :Nûnerê taybet ê Serokê Amerîkayê Barack Obama di hevpeymaniya navdewletî ya dijî DAIŞê de, John Allen gihîşt Enqerê û bi rayedarên Tirk re dest bi hevdîtinan kir.
Yek ji fermandeyên berê yê artêşa Amerîkayê û nûnerê taybet ê Obama di şerê DAIŞê de John Allen îro gihîşt Enqerê.
Li gorî medyaya Tirkiyê, Allen li ser şerê DAIŞê, perwerdekirina hêzên neyar ên rêjîma Sûriyê, aloziyên li ser sînorê Tirkiye û Sûriyê û hinek mijarên din dest bi rayedarên siyasî û leşkerî yên Tirkiyê re dest bi hevdîtinan kiriye.
Tê texmînkirin ku şanda amerîkî bi rayedarên Tirk re li ser avakirina herêma tampon li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê jî gotûbêj bike.