RojavaNews :Nunerê Serokê Amerîkayê daxwaz ji Tirkiyeyê dike rê nede terorîstên DAIŞê derbas bibin.
Nunerê Serokê Amerîkayê bo karûbarên şerê li dijî terorîstên DAIŞê John Aleen di çarçoveya serdana xwe ya bo Tirkiyeyê de li gel berpirsên Tirkiyeyê civiya.
Di civînê de Aleen daxwaz ji hikûmeta Tirkiyeyê kiriye daku sînorên xwe yên li gel Sûriyayê baştir biparêzin û rê nedin terorîstên DAIŞê derbasî Sûriyayê bibin