Print this page

DAIŞ bi rêya darülhilafe gefan li Tirkiyê dixwe

Rojava News: Rêxistina DAIŞ’ê gef li Tirkiyê xwar û daxuyand ku heger zext û astengiyên li hember wan berdewam bikin, ewê ji bo vî welatî rûpelek nû vekin.

 

Rêxistina DAIŞ’ê li ser malpera xwe ya bi navê darülhilafe.com ku li Reqayê bi zimanê Tirkî weşanê dike, ji ber qedexeya gehiştina malperê, astengî û girtinên dawî yên li Tirkiyê gef li vî welatî xwar.

 

Ev malper, bi hinceta ku propagandaya DAIŞ’ê dike, Ji aliyê saziya Turk Telekom ve roja 12’ê Tîrmehê hatibû astengkirin.

 

Di daxuyaniya DAIŞ’ê de tê gotin ku Tirkiye rê dide hemû malerên fuhuş, gay, qûmar, ereq û hwd, hemû ev dezhegên navbirî bê sînor têne bikaranîn lê tenê dezgehên ragehandinê yên ku rewşa Mislimanan ya li Rojhilata Navîn nîşan didin, asteng dike.

 

Daxuyaniyê de tê gotin ku divê Tirkiye dest ji van kiryarên xwe berde nexwe wê li dijî Tirkiyê rûpelek nû vebikin.

 

Di daxuyaniyê de her wiha Tirkiye weke welatê pûtperestan tê binavkirin û weke ”putxane” tê binav kirin.

 

Malpera DAIŞ’ê ya bi Tirkî beriya 5 mehan lı Reqayê dest bi kar kiribû.