Print this page

Îran dixwaze sînor di navbera Iraq, Sûriyê û Libnanê de nemînin!

Rojava News: Îran dibêje divê sînor di navbera Iraq, Sûriyê û Libnanê de rabin, herwiha dibêje jî ku ew li wan welatan şer dike bo ewlehiya navxwe ya Îranê.

Li gor medyaya Îranê li ser zarê Serokê Giştî yê Pasawanên Îranê Mihemed Elî Caferî ragehandiye ku divê sînor di navbera  Welatên Iraq, Sûriyê û Libnanê de rabin, bo pêkanîna yekîtiya Îslamî.

Herweha hatiye weşandin ku  destêwerdana Îran ji Sûriyê re bo parastina ewlehiya naxwe ya Îranê ye.

Berpirsekî payebilind yê Amerîkî di meha Mijdarê de da zanîn ku hejmara Îraniyên ku li Sûriyê şer dikin dora 2 hezar çekdar in, lê opozîsyona Sûriyê tekez dike ku 25 hezar Îranî li Sûriyê şer dikin.

09:56:51