Rojava News: Di hilbijartinên şaredariyên Erebîstana Siûdî yê dohî de, jin cara yekemîn çûn ser sindoqan û dengê xwe dan û hemen demê jî cara yekeme ku derfeta xwe qandîdkirinê ji bo şaredariyan hatiye dayin.
Li gorî hin namzetên jin, li vî welatî namzetbûyîna jinê bi tena serê xwe serketineke mezin e. Hilbijêr ji bo şaredariyan, kandîdê xwe di nava 5938 namzetên mêr û 900 namzetên jin ên destûr ji wan re hatiye dayîn, dikin.
Jinê ku xwe ji bo namzetiya şaredariyê kandîd kirine bi dengdarê xwe yê zilam re li pişt paravana (Perdeyan) axifîne, ji ber ku li Sîûdiya dîtine hevdû ya jin û zilaman qedexeye.
Erabistana Siûdî welatê tênê û yekemê ku ajokariya otomobîlan li jinê qedexeye.
Ev hilbijartin ji bo diyarkirina 284 meclîsên şaredariyan tên kirin.
11:55:33