Rojava News: Li taxa Karadenîz a navçeya Stenbol Gazîosmanpaşayê, polîsên dewleta Tirk ên avêtin ser malekê, 2 jin înfaz kirin.
Hêzên girêdayî bi dezgeha şerê dijî terorê li Stenbolê operasyonek li darxistin bi sedema ku kiryarê teqîna 1ê kanunê desteserbikin. Di 1ê kanûnê de dema grûbek ji hêzên artêşa Tirkiyê yê teybet ji operasyonekê vedigeriyan rastî êrîşekê hatin lê tû birîndar an jî cangorî çênebûbûn.
Di çerçoweya wê operasyonê de Polîsên dewleta Tirk duh bi şev saet di 02:30 de avêtin ser malekê û 2 jinên ku heta niha nasnameyên wan nehatine zelalkirin, înfaz kirin.
Cenazeyên 2 jinên hatin qetilkirin rakirin Saziya Tipa Edlî.