Rojava News: Komisyona Penaberan yabi ser Neteweyê Yêkbûyî (UNCHR) ragihand ku di sala 2015an de jimareya penaberên bi rêya behrê derbasî welatên Ewropayê bûne yek milyon derbas kiriye.
Li gor UNCHRê milyonek û 573 kes bi reya girava Midîllî derbasî Yûnanistanê bûne.
Ji Tirkiyê jî 844 hezar kes derbasî Yûnanistanê bûne.
150 hezar kes bi reya Behra Sipî ji Libyayê derbasî İtalyayê bûne.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku piştî şerê cihanê yê duyemîn qeyrana penabera ya herî mezin tê jiyankirin.
Di sala 2014an de koçberên ku bi reya behrê derbasî welatên Ewrpayê bûn jimareya wan li derdora 216 hezaran bû.
Di raporta ku li ser malpera Komisyona Penaberan ya bi ser Neteweyê Yêkbûyî belavbuye de balkişandine ser metirsiyên rê û gotine; Her ku diçê hîn zêdetir koçber bi belem û keştiyê bikêrnehatî di behrê de berê xwe didin Ewropayê û ew kes hemû ji ber tundiya şer direvin, pêvistiya wan bi alîkariyê heye”
Li gor heman raportê koçberên ku di bin wan metirsiyê reyên behra Spî de berê xwe didin Ewropyayê ji %49 koçberên Sûriyê û ji %21 Efxanî ne.
Îsal jimareya koçberên ku di behran de jiyana xwe ji dest dane gihaye 3 hezar û 735 kesan.
Şanaz Emin