Rojava News: Şeva borî xwepêşanderan li Tehranê helwêsta xwe li ser sêdardana Nimir Baqir Ennimir bi kelejaneke quris derbirîn û êrîşî balyozxaneya Erebistsana Siûdiyê kirin bi keviran û şûşeyên Molotov avahiya wê şewitandin .
Ev yek bû cihê dilgiraniyê ji wezareta dervere ya Siûdiyê, û balyozê îranî li riyadê xwest û nameyeke tundezar radestî wî hate kirin.
Herweha li bajarokê Meşhed jî yê Îranê bi dehan xwepêşander li dev derê Qunsulxaneya Si,ûdiyê kombûn û agir vêxistin ,û berdevkê wezareta derve ya Si,ûdiyê Husên Cabir Ensarî ji polîsên diblomatik xwest ku baregihên wan li Îranê biparêzin û kombûnan li wan cihan qedexe bike.
Tê gotin ku ev kiryar têne rûdan piştî sêdaredana 47 teroristan li Siûdiyê ku dinav wande kesayetia olî yê şî,î Nimr Baqir Ennimir hate heman sizadanê , ya ku bû cihê torebûna Îranê û gelek gef û rexneyên tûj hatin dan û soz bi tolvekirinê ji Si,ûdiyê re hatin dan.
Rifat Hacî