Print this page

Tirkiyê: Diyanetê fetwa da: Keçik li bavê xwe helale!!

Rojava news: Di bernameya fetwayê ya Wezaretê diyaneta Tirkiyê de li ser telefonê hate gotin “Heger dilê bav bibijî keça xwe ya heq  nikaha wî li gel jina wî xiranabe”

Berpirsê Karûberên Olî yê bi ser Wezaretê Diyaneta Tirkiyê di platforma  bi nave “Baveriya olî û ehlaqê İslamî “ de li ser xeta telefonê bersîveke sosret da pirsa “Gelo eger dilê bav bibijî keça xwe ya heq nikaha wî li gel jina wî xira dibê an na?”

Tima Diyanetê ya fetwayê ew pirs bersivand û got; “Li gor zanyariyê İslamê eger dilê bav bibijî keça wî ya heq û keça xwe bi daxwazê zayendî (cinsî)  himbêz bike û wê maçbikê ne herame û nikaha wî jî li gel jina wî xiranabê”

Û herweha Tîma Berpirsê Karûberên Olî hurgulandiye ku “Eger cilê situr li ber keça wî bê, karî bi zayendî keça xwe himbêz bike, lê pêviste keça wî ji 9 sala mezintir be.” Û bingeha wê fetwayê jî bi ayeta (İbn Rüşd, Bidayetü’l-Mücdehid, Mısır 1975, II, 33; İbn Kudame, el-Muğni, VII, 486; İbn Cüzey, el- Kavaninü’l Fıkhiyye, 138) ve girêdaye.