Rojava News: Balafirên şer ên Hevpeymaniya Navdewletî duh, êrîşî baregehên DAIŞê kirin û pirayek li ser rêya Mûsil Bexda kirin armanc û ew rûxandin.
Bi vê yek beşek ji alîkariyên ku ji mûsilê bo çekdarên DAIŞê dihatin wê bêne rawestandin.
Li gorî zaniyariyê ku bi dest Fermandariya Zaniyariyan ya Hewlêrê ketine, balafirên Hevpeymana Navdewletî di maweyê çend rojên derbasbûyî de, hejmarek êrîş birine ser baregehên terorîstên DAIŞê li derdora navçeya Geyara, di encam de yek ji pira yên girîng jibo DAIŞê hatin rûxandin, bi vê yekê rêya sereke ya alîkariyê DAIŞê bo devera Geyare hate birîn.