Rojava News: Kuştina hewlatiyê Brîtanî Muhammed Emwazi yanî “Johnê Cîhadî” ku bi vidyoyê kujeriya kesên Emerîkî navdar bû bû, ji aliyê DAİŞê ve jî hate pişterastkirin.
Rêxistina DAIŞê kuştina çekdarê xwe yê biyanî yê bi navê “John Cîhadî”, ku serê gellek kesan jêkiribû, piştrast kir.
Amerîkayê meha Mijdara par ragihandibû ku çekdarê DAIŞê yê bi navê Mihemed Emwazî, ku di nav rêxistinê de bi navê “John Cîhadî” dihat nasîn û welatiyê Brîtanyayê bû, di encama êrişa balafirên şer de li bajarê Reqayê hatiye kuştin.
Piştî zêdetirî 2 mehan, DAIŞê di hejmara dawî ya kovara xwe ya bi navê “Dabiq” de, li kuştina “John Cîhadî” mukir hat.
Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê, Steve Warren roja 12ê Mijdara par gotibû, John Cîhadî di encama êrişa asmanî de li Reqayê hatiye kuştin.
10:10:01


