Rojava News: Çekdarên DAIŞ li Îraqê Dêra herî kevin ya Xiristyanan hilweşandin.
Li gorî agahiyên ji deverê hatine wergirtin çekdarên DAIŞ’ê li bajarê Musilê Dêra herî kevin a Xiristyanan ku dîroka wê vedigere hezar û 400 sal hilweşand. Dêra bi navê Dair Mar Elia dema hat hilweşandin ji aliyê satalît (uydu) ve hat kişandin û hilweşandina wê piştrast bû.
Xiristyanên li Îraqê dibêjin, hilweşandina Dêrê tê wateye ku me êdî li Îraqê naxwazin û me diqewitînin.
DAİŞ ji destpêkê vê cihê ku êrîş birine ser cîhên dîrokî û kevnar ji xwe re kirine ermanc û têkbirine.
13:18:51