Print this page

Ji ber qaçaxçîtiya koçberan 6 kes hatin girtin!

Rojava News: Li Tirkiyê navçeya Seferîhîsar ya Îzmîrê bi îdîaya qaçaxçîtiya koçberan 6 gumanbar hatin binçavkirin û di nava van de Efsere kî bi pileya Serçawûşê bi qidemdar  Recaî A. jî he ye.

Hat gotin ku ji par de tevahiya karên wî efserê Tirk di bin çavdêriya îstixbaratê de bûye û piraniya wan jî bi dîmenên vîdyoyî hatine belgekirin.

Li gorî agahiyan, wî efserê pilebilindê Tirk, serê her koçberekî 100 dolar û serê her komek koçber jî 3 hezar dolar distand û rê ji qeyîkên koçberan re vedikir.

Tê zanîn ku ji par havînê ve heta niha, bi dehan koçber û penaberên ku bi qaçaxî ji Tirkiyê derbasî Ewropa bibin, di deryaya Ege de xeniqîne. Herî dawî, bi dehan welatiyên Başûrê Kurdistanê di wê deryayê de xeniqîn.

Ekîbên Cendermeyan ên bajêr haziriyên xwe tamam kirin û dest bi operasyonê kirin. Recaî A. ji ber girtina bertîlê û îstîsmarkirina peywîra xwe hate girtin. Li gel wî 5 kesên din jî hatin binçavkirin.