Rojava News: Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Moshe Ya’alon ragihand, Tikriye bi kirîna petrolê û dana pereyan piştgîriya DAIŞê dike.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê ku di çarçoveya serdaneke fermî de li Yûnanistanê ye, piştî civîna ligel Wezîrê Parastinê yê Yûnanê Panos Kammenos Athînayê beşdarî di konfranseke rojnamevanî de kir.
Moshe Ya’alon di vê konfransa rojnamevanî de li ser têkiliyên navbera DAIŞê û Tikriyê axivî û Enqere tohmetbar kir, ku piştgîriya wê rêxistinê dike û da zanîn, ku DAIŞ bi alîkariyên Tirkiyê dijî.
Ya’alon got, Tirkiye alîkariyên darayî dane DAIŞê û ew mijar jî têkilî bi hikûmet û serkirdatiya siyasî ya Tirkiyê ve heye.
Derbarê endambûn û rolê Tirkiyê di hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê de jî, Ya’alon got; pêwendî bi Tirkiyê, hikûmeta Tirkiyê û rayedarên Tirkiyê ve heye ku biryarê bidin ku di her cure hewleke dijatîkirina terorîsmê de beşdar bin an na. Lê belê heya niha wisa nebûye û me tiştek nedîtiye.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê tekez kir: Ew demek dirêj e ku DAIŞ sûdê ji wan pereyan werdigre ku li hember petrolê ji Tirkiyê werdigre. Em hêvî dikin ku ew prose bidawî were. Lê belê Tirkiye red dike, ku alîkarî pêşkêşî DAIŞê kiribin.
10:44:29