Print this page

Siûdiyê: 150 hezar leşker bişîne Sûriyê!

 

Rojava News:  Erebistana Siûdiyê ji bo şerê li dijî DAIŞê li Sûriyeyê, bi hezaran leşkeran amade dike.

 

Li gorî nûçeya daketiye ser malpera ajansa CNN, çavkaniyên Erebistana Siûdî diyar kirine ku “150 hezar leşker ji Misir, Sûdan û Urdun amade dikin da ku wana di Tirkiyeyê re derbasî Sûriye bikin û li wir şerê terora DAIŞê bikin. Çavkaniyan dan zanîn ku niha ew leşker li Siûdiyê têne perwerdekirin.

 

Mexrib jî dê li gel Tirkiye, Kiweyt, Behrên, Îmrata Erebî û Qeter beşdarî wê projeyê bibe. Ji beriya du hefteyan Siûdiyê û Tirkiye hêzeke hevbeş ku serkêşiya wê ew dikin, ava kirin û wê di riya Tirkiyeyê derbasî Sûriyê bikin.

 

Lîsteya dewletên Ayayê ku beşdarî vê planê dibin heta niha bi awayekî fermî nehatiye ragihandin.

 

Erebistana Siûdiyê ragihand ku êrîşên azmanî tenê ji bo şerê li dijî DAIŞ’ê têrê nake, ji berê vê yekê wan stratîjiyek nû derxist û wê pêşkêşî NATO’yê bikin.

13:20:10