Rojava News: Tirkiyê di derbarê operasyonên bejayî de got; Tû planên me ku em di aliyê bejayî de operasyonan li Sûriyê pêk bînin tunneye.
Wêzîrê parastinê yê Tiriyeyê İsmet Yilmaz got, Plana Tirkiyê ya ji aliyê bejayî de beşdarê operasyonên Sûriyê bibe tunneye.
Yilmaz îdîaya ku 100 leşkerê Tirkî derbasî xaka Sûriyê bûye jî derewand.
Yilmaz di derbarê topbarana artêşa Tirkiyê li Sûriyê li ser çeperê YPGê jî agahî da û got; topên obûsê ji Kilîsê hatin avêtin û 4 noqta ermanc girtin, ji aliyê me ziyan tunneye lê em rewşa aliyêdin nizanin.
Herweha di daxuyaniya xwe de got; Tû plana me jib o ku di aliyê bejayî de bikevin xaka Sûriyê tunneye.
Lê belê İsmet Yılmaz,balkşand ser wê yekê ku; Ta PYDê ji balafirgeha Minixê û deruberê Azazê venekşê emê verdewambin li ser topbarana çeperên YPGê.
Şanaz Emin