Rojava News: Wezareta Derve ya Erebistana Siûdî ragehand ku, penaberên Efganî ji aliyê Îranê ve têne rêkirin ji bo nav Hizbûllayê û rejîma Esed
Wezareta Derve ya Erebistana Siûdî li ser malpera xwe ya fermî ya tora civakî de ragehand ku, Îran dû rêyan datîne ber penaberên Efganiyên Şîe yan divê vegerine welatê xwe, yan jî pêwîste biçine Sûriyê.
Li gor zanyariyên berdest, bi hezaran hemwelatiyên Şîeyên Efganî li nav rêzên Fatimiyan de li Sûriyê şer dikin û parastina rejîma Esed û Hizbûllayê dikin. Hejmara çekdarên lîwaya Fatimî li gor nûçeyên çapemeniya rojavayiyan 10 heta 12 hezar çekdarin.
Ji ber şer û dagirkeriya li welatê wan, hejmarekî pir hemwelatiyên Efganî berê xwe dane Îranê û mafê mana wan penaberan nayê dayî, lê dikarin li vî welatî jiyan bikin.