Rojava News: Li navçeya Dîdîmê ya bi ser Aydinê belema ku tê de penaberan hebûn li behra Egeyê niqûmî avê bû. Ji deryayê termên 25 kesan hatin derxistin.
Penaberên ku di ser behra Egeyê re bi belemê derbasî giravên Yûnanîstanê dibûn ketin nav behrê. 25 penaber ji ber noqbûna belemê canê xwe ji dest dan. Din av wan 3 zarok jî hebûn. 15 kesan jî hatin xelaskirin.
Termên penaberan bi wesayîtên cenazeyê şandin Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Dîdîmê. Ji bo 2 kesên ku wenda bûne xebatên lêgerîn û xelaskirinê hat destpêkirin.
10:55:57