Rojava News: Li peytaxta Tirkiyê Enqereyê li Qada Kizilayê ya Guvenparka teqînên mezin çêbun û herî kêm 34 kes mirin 125 jî birîndarbûn.
Li Enqereyê li Qada Kizilayê ya Guvenparka Enqereyê bi riya otombêleke veguhastina sivîlan ya bombebarankirî teqînek çê bû.
Li gorî agahiyê destpêkê herî kêm 34 kesên sivil yê li ber sekinokê jiyana xwe ji dest dane û 125 kes jî birîndarbûne.
Di encama teqînê de gellek otomobîl şewitîne û pêlên agir û dokelê li cihê teqînê bilind bûne.
Herweha 2 otobusên şaredariya Enqerê û 4 otomobîlên welatiyên sivîl di encama teqînê de şêwitîne.
Ji aliyekê din ve Saziya Bilind a Radyo Televizyona Tirkiyê (RTUK) weşana li ser teqîna îşev a li Enqerê qedexe kir.
Ta niha nehatiya ragihandin ka ew kiryar ji aliye kîjan rêxistinê ve hatiye kirin.