Rojava News: Di teqîna li kolana Îstiqlalê ya Stenbolê de ligeli xwekuj 5 kuştî û 7 jê giran 36 birîndar hene.
Îro danê sibê li kolana Îstiqlalê ya Stenbolê, ku kolana herî qerebalix a bajêr e, teqînek çêbû.
Li gorî agahiyan, ligel xwekuj 5 kesan di encama teqînê de jiyana xwe ji dest dan û 36 kes jî birîndar bûne.
Di êrişên de kesên jiyana xwe ji dest dane 3 îsraîlî ne ş yek jî îranî ye.
Navê welatiyên Îsraîlê yên jiyana xwe ji dest dane ev in: Simha Simon Demrî, Yonathab Suher, Avraham Godman. Navê kesî îranî jî Elî Riza Khalman e.
Wezareta Derve ya Îsraîlê piştrast kir
Berdevka Wezareta Derve ya Îsraîlê Emmanuel Nahshon ragihand ku di nav mirî û birîndaran de hemwelatiyên Îsraîlê hene. Lê Nahshon, derbarê hejmara birîndar û rewşa wan tu agahî neda.