Print this page

Komkara Erebî li dijî federasyona Rojavayê Kurdistanê derket!

Rojava News: Komkara Erebî li dijî ragihandina sîstema federaliyê li Rojavayê Kurdistanê derket.

Cîgirê sekreterê Komkara Erebî, Ehmed Bin Hillê di daxuyaniyeke de ragihand, ew li dijî  ragihandina federasyona li Rojavayê Kurdistanê ne û got ew federasyon Sûriyê perçe dike.

Ehmed Bin Hillê amaje kir ku ew biryar zerarê digihîne yekîtiya Sûriyê û ew wê biryarê red dikin.

Bin Hillê diyar kir ku yek ji piresîbên Komkara Erebî parastina yekîtiya axa Sûriyê ye.

Encumena Damezrêner a Sîstema Federaliya Rojava-Bakurê Sûriyê êvariya 17ê Adarê li bajarokê Rimêlan ê li Kantona Cizîrê yê Rojavayê Kurdistanê konfranssek rojnamevanî lidarxistibû û têde bi awayeke fermî avakirina Sîstema Federaliya Demokratîk bo Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê ragihandibû.

Hikûmeta Sûriyê û dijbereya wê ragihandibûn ew Sîstema Federaliya Rojava-Bakurê Sûriyê nas nakin.