Rojava News: Piştî rêkeftina Tirkiyê û Ewropa bo çareserkirina kirîza koçberan û girtina sînorên beşek ji welatên Ewropa li pêşiya koçberan, li Yûnanistanê koçberan dest bi xwepêşandanê kirin û heya niha ew xwepêşandanên wan ên li dijî girtina sînorê Makadonya berdewam e.
Bi sedan koçber li navçeya Îdomînê li Yûnanistanê îro roja Yekşemê li nêzîkî sînorên Makadonya li dijî girtina sînoran li pêşiya wan, xwepêşandanek lidar xistin.
Hevdem koçberan daxwaz ji Hikûmeta Makadonya dikirin ku sînor li pêşiya wan bên vekirin da ku bikaribin bi awayekî yasayî sînoran welatên Ewropa derbas bikin û berê xwe nedin riyên neyasayî.
Herwiha di nava xwepêşanderan de çend çalakvanên medenî û xwebexş tê de beşdar dibin û daxwaz ji koçberan dikin ku baweriyê bi ti gotinekê nekin ku dibêjin sînor hatine vekirin, ji ber ku careke din sînorê Makadonya li pêşiya wan nayê vekirin.
10:57:33