Rojava News: Deselatdarên Fransa destê xwe danîn ser geşteyek Îranî tijî çek ku, ber bi welatê Somal ve diçû, ev duyemîn care di maweyê mehekê de geşteyên pirçek ên Îranê têne desteser kirin. Pespor jî dibêjin Îran van çekan bo Yemen rê dike.
Berdevkê Keştîgelî Pêncem ê Amerîka Kivin Stîvinz ragehand: “Çavkaniya wan çekên ku hatine desteser kirin Îran e, li gorî mezindeya Washington ew çek ji Îranê bo Yemen hatine şandin.”
Hêza Fransî ku çavdêriya keşteyan kirye, li ser erkê xwe yê rotî di deryaya Hindî de bûn, di wê keşteyê de çend cûre çek hebûn wek kilanşîkov û çekên dijî tankan.
Hêza Heveş a Deryayî, hêzek fireregeze, yek ji dewletên ku têde beşdare Fransa ye, erkê wan çavdêriya bêhtir ji 3 milyon mile çargoşe ji ava navdewletî dike.