Rojava News: Ji Yûnanistanê yekemîn refa koçberên ku bi qaçaxî derbasî wî welatî bibûn, ji bo Tirkiyê hatin vegerandin.
Di çarçoveya rêkeftina di navbera Tirkiye û Yekitiya Ewropayê de, îro berê sibehê, 135 koçberên ku bi qaçaxî derbasî Yûnanistanê bibûn, ji girava Lîsbosa wî welatî bo Tirkiyê hatin vegerandin.
Li gorî peymana ku 18ê Adara îsal li Brûkselê di navbera Yekîtiya Ewropa û Tirkiyê de hatiye îmzekirin, penaberên ku piştî 20ê Adarê di ser Tirkiyê re derbasî Yûnanistanê bûne, dê bi rêya deryayê re dîsa werin vegerandin.
Li gorî peymana navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê li hemberî her koçberekî sûrî ku paşde tê vegerandin, dê penaberekî sûrî ku bi rêyên yasayî daxwaza penaberiyê kiriye, bo welatekî Yekîtiya Ewropayê were şandin. Penaberên ne ji Sûriyê jî piştî ku li navendên wergirtinê navê wan tê tomarkirin an dê ji bo welatên wan werin şandin an jî dê demkî li navendekê bên bicîhkirin.
Li gorî Rêveberiya Koçê ya ser bi Wezareta Navxweyî, li Tirkiyê hejmara penaberên tomarkirî yên sûrî, 2 milyon û 255 hezar û 299 kes in. Lê li gorî daxuyaniyên dawî yên rayedarên Tirk, hejmara penaberan 2 milyon û 700 hezar derbas kiriye.