Print this page

Amerîka navendên xwe yê leşkerî li Tirkiyê vala dike!

Rojava News: Amerîka dest bi tehliye kirina malbatê xwe yê li navenda leşkerî  Încîrlîkê kir.

Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) ji malbatên karmendên xwe yên li binkeyên leşkeri yên li Edene, Izmîr û Muxlayê xwestibû ku ji Tirkiyê derkevin. Piştî vê fermanê, derketina ji Tirkiyê duh li Încîrlikê destpê kir.

Fermandeyê Artêşa Amerîkayê li Ewropayê Philip Breedlove di wê derbarê de got;  "Em dizanin ji aliyê malbatan ve biryareke rûxêner bû, lê em neçar in ewlekariya wan biparêzin û ji bo aktîfkirina hêzên xwe di şerê dijî terorê de diviyabû em biryareke wiha bidin."

Ji Îlona 2015an ve 670 Amerîkî ji navenda leşkerî ya Incîrlîkê vegeriyane welatê xwe.

Hat diyarkirin ku ew malbatên duh ÎIncîrlîk bicîh hiştine dê destpêkê biçin Binkeya Esmanî ya Ramstein a Elmanyayê û paşê jî derbasî Amerîkayê bibin.

11:04:44