Rojava News: Di van rojên ku amadehiya rizgarkirina bajarokê Minbicê tê kirin, hat ragihandin ku heyeta Amerîkayê ya ji bo bi Tirkiyeyê re bazara Minbicê bike gihîşt Enqereyê.
Armanca serdana heyeta Amerîkayê ev e ku bi formulekê hesasiyetên her du aliyan ber bi çav bigrin.
Heyeta Tirkiyeyê ku di Zîrweya Ewlehî ya Nûkleerî de li Washîngtonê bûn û ji bo operasyonê du şert danîbûn pêşiya rayedarên amerîkî û li gorî agahiyan heyeta Amerîkayê van her du şertan wê bi rayedarên Tirkiyeyê re mizakere bikin.
Li gorî nûçeyên daketine ser rojnameyên Tirkiyê YPG ji bo rizgarkirina bajarokê Minbicê amadehiyên operasyonê dike û heyeta Amerîkayê ku bi Tirkiyeyê re mizakereyan bike gihîşte Enqereyê. Di nava heyeta Amerîkayê de diplomat, berpirsên îstîxbaratî û leşkerî cih digrin.
11:51:16