12:40:50
Rojava News: Di Deryaya Egeyê ya navbera Tirkiye û Yûnanistanê de dîsa keştiya koçberan binav bû 5 koçber mirin û 4 jî windayî ne.
Îro berê sibehe komek koçber dixwestin bi keştiyê ji Tirkiyê derbasî girava Sîsam a Yûnanistanê bibin, lê keştiya wan li nêzîkî sînorê Yûnanîstanê binav bû.
Hêzên ewlehiya peravên Yûnanistanê 5 ji wan rizgar kirin lê 5 koçber xeniqîn û 4 jî nehatin dîtin. Tîmên lêgerînê heta niha jî li wan koçberan digerin.
Hat gotin ku di wê qayîkê de 14 koçber hebûne, piranî jî jin û zarok bûne. Ev bûyer di demekî de diqewime ku ev çend roj in Ewropa koçberên ku bi qaçaxî derbasî welatên Ewropî bûne, bi darê zorê vedigerîne Tirkiyê.
Heta niha derdora 500 koçber ji Yûnanistanê bo Tirkiyê hatine vegerandin. Tirkiye û Ewropayê li ser vegerandina koçberên ku bi qaçaxî derbasî Ewropa bûne, peymanek îmze kirine. Li gorî wê peymanê Ewropa dê derdora 6 milyar euro bide Tirkiyeyê.