Print this page

Bayik: Danîna çekan di rojevê de nîne

Rojava News: Hevserokê konseya rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik ragihand ku heta pêşnivîsa muzakereyê neyê nîqaş kirin û di dîrokên ku hatine diyarkirin bi encam nebin û di vê mijarê de heta lihevkirin çê nebe qet çek nayên danîn.

Di hevdîtinekê li gel rojnameya Evrensel Cemîl Bayîk li ser tiştên ku di rojnameyên nêzîkî hikûmeta Tirkiyê de ku heya meha adarê PKK wê çekan deyne têne belav kirin ragihand û got:  “Nîqaşek wisa ne mijara gotinê ye. Nabe jî. Heta em pêşnivîsa muzakereyê nîqaş nekin, li dîrokên hatine diyarkirin bi encam nekin, di vê mijarê de heta em li hev nekin qet em çekan daneynin.”

Bayik got: “Ti şert û mercekî ku em çekan deynîn nîne.  Kîjan pirsgirêk çareser bûye ku em çekan deynin? Her wiha êrîşên hov ên DAIŞ li hember gelê me hene. Dinya û alem vê dibîne. Baş e di pêvajoyeke wiha de em ê çawa çekan deynin? Li pişt êrîşên DAIŞ Tirkiye heye.”

Di berdewamiya axaftina xwe de cext li wê yekê jî kir Bayik got: “Destberdana çekan tê wateya teslîmbûnê. Tê wateya mirinê.  Ti kes nikare vê ji me bixwaze. Bihêlin çekdanînê, vekişîn jî ne mijara gotinê ye.”

Teqez li wê yekê jî kir Cemîl Bayik got: “Êdî heta çareseriya siyasî ya demokratîk a pirsgirêka Kurd pêk neyê, ne çek tên danîn û jî gerîla dikarin mewziyên xwe terk bikin.”