Print this page

DAIŞê tankeke Tirkiyeyê rûxand!

Rojava News: Terorîstên DAIŞê diyar kirin ku li kampa Başikaya Iraqê tankeke ayîdê Hêzên bi Çek yên Tirk (TSK) îmhakirin û dîmenê vê yekê weşandin.

Di dîmenê de terorîstekî DAIŞê yê di destê wî de roket heye berê xwe dide tankê û roketê agir dike. Terorîst bi tekbîran roketê agir dike û tankê îmha dike. Di encamê de tank perçe parî dibe. Ev yek ji hêla terorîstan ve bi kêfxweşî û bi tekbîran tê pîrozkirin.