Print this page

Yekîtiya Ewropayê hişyariya Iraqê da

Rojava News: Piştî ku alîgirên Tevgera Sedir li navçeya Kesk ya Bexdayê derbasî avahiya Parlementoya Iraqê bûn, Nûnera Payebilind a Pêwendiyên Derve ya Yekîtiyê Federica Mogherin hişyarî da, dibe ku bêaramitî zêdetir bibe.

 

Nûnera Payebilind a Pêwendiyên Derve ya Yekîtiyê Federica Mogherin piştî ku alîgirên Muqteda El-Sedrî derbasî parlementoya Iraqê bûn êrişî parlamenteran kirin, derbarê vê yekê de daxuyaniyek nivîskî da û têde ragihandin ku ev helwesr dibe ku aloziyan zêde bike.

 

Federica Mogherin amaje kir ku pêvajoya demokratîzekirinê jî bizanebûn hatiye  rawestandin û ji aliyên tekîldar xwes ku ji bo çareserkirina aloziyan bixebitin û çareseriyeke peyda bikin.

 

Mogherin herwiha hişyar da ku ihtimala tevlihevî hêj jî zêdetir bibin û tekez kir ku ew piştgiriya hewldanên Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî dikin.