Print this page

DAIŞê milîtanên xwe bi zindî binax kirin!

11:46:13

 

Rojava News: Rêxistina terorîst a DAIŞê bi dehan milîtanên xwe ku ji şerê gundê Beşîr ê nêzî Kerkûkê ji ber pêşmergeyan reviyabûn binax kirin.

Rêxistina terorîst a DAIŞê bi dehan milîtanên xwe ku ji şerê gundê Beşîr ê nêzî Kerkûkê ji ber pêşmergeyan reviyabûn binax kirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Ehlî Beyt ku dispêrê çavkaniyên herêmî, rêxistina terorîst a DAIŞê milîtanên xwe yên ku di şerê gundê Beşîr û derdorê de ji ber pêşmergeyan reviyabûn li herêma Kayyaraya ku 60 kîlometro li başûrê Mûsilê dikeve bi awayekî zindî binax kirin.

Ji aliyê din ve heman nûçe di ajansa IraqiNews.comê de jî derket ku rêxistina terorîst a DAIŞê milîtanên xwe ku ji şer reviyan di heman mezeli de veşartin.