Print this page

Lûtkeya Mirovî ya Cihanê li Stenbolê dest pê kir!

Rojava News:  Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û nêzî 60 serokê dewlet û hikumetên cihanê ji bo nirxandina pergala alîkariya însanî derbasî salona Navenda Kongre ya Stenbolê bûn.

Serokmarê Tirkiyê Erdogan û serokên dewletên cihanê di bernameya pêşî ya zîrveya însanî de di xwarinên de civiyan.

Di rûniştina ku ji çapemeniyê re girtî hat li dar xistin de Erdogan bi serokên dewlet û hikumetan re wêne kişand û paşî Erdogan bi mêvanan re derbasî salona axaftina bûn.

Beşa zîrweyê ya îro wê bi bi xwarin dayîna Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip ya ji bo rûmeta mêvanan a êvarê dê bi dawî bibe.