Print this page

Wezîrê berevaniya Îranê: Opozîsyona Sûriyê kafirin û pêwîste bên qirkirin!

 

12:52:03

Rojava News: Wezîrê berevaniya Îranê opozîsyona Sûriyê wek kafir pênase kir û ragehand; Pêwîste bêne qirkirin.

 

Wezîrê berevaniya Îranê Husên Dehqan, di merasîma vekirina kargeheke çêkirina telên teqemeniyê de ragehand, di dema berevaniya li tirbeyên pîroz ên Şîe de kuştina leşkerên Îranê pêktê, em dixwazin leşkerên zêdetir bişînin Sûriyê.’’

 

Li gor Husên Dehqan, Amerîka û Îsraîl piştgiriya teror ango opozîsyona Sûriyê dikin, ku li mislimanan bidin û opozîsyona Sûriyê jî bi kafir û lêvegerên Îslamî pênase dike û radigehîne; ‘’Qirkirina wan erkê me yê olî ye!’’

 

Ji meha adara 2011ê ve şer ê navxweyî di navbera grûbên opozîsyona Sûriyê û rejîmê de berdewam dike û Îran jî di destpêka şer de, bi rêkirina leşker, çek û cebxane ve alîkariya rejîma Sûriyê dike û heta naha jî zêdetir ji 1200 leşker û paydarên Îranê li Sûriyê hatine kuştin.