Print this page

Xort ên Turk hêriş dikin ser penaber ên Suryayê

12:12:45

 

Rojava News: Nêzîkî 50 xort ên Turkîya li bajar ê Orfayê hêriş kirin ser penaber ên Suryayê û di encam de kesek birîndar bû û 10 kes ên din jî ji alî yê polîsan ve hatin girtin.

Ew bûyer piştî wê yekê hat ku Xortek ê Turk bi Kêr birîndar dibe û duv re nêzîkî 50 xort  bi kêr û daran hêriş dikin ser panaber ên Suryayî û rê ji wan digirin.

Ji encam a karvedanê, şerr û pêkdadan di navber a herdû alîyan rûdan û hijmarek a mezin polîsan hatin şandin bo wî cihî û şîyan herdû alîyan ji hev vekin û 10 kes jî hatin girtin bo vekolînê û lêpirsînê hatin veguhazin bo rêvebrî ya asayîşê.