12:45:00
Rojava News: Dûh 28.06.2016ê bi fermana rêberê Komara Îslamî Elî Xamaney ve, serokerkanê hêzên çekdar ên Îranê Hesen Fîrûzabadî ji erkê xwe hate dûrxistin.
Ajansên nûçeyan ên fermî yên Îranê ev nûçe piştrast kirin û diyar kirin rêberê Komara Îslama Îranê Elî xamaney ji bo serokerkaniyê Lîwa Mihemed Baqrî destnîşan kiriye.
Mihemed Baqrî berî naha Cîgirê berpirsê Îtlaatê û berpirsê operasyonên artêşa Îranê bû.
Hesen Fîrûzabadî ji sala 1989ê ve erkê serokerkaniya hêzên çekdarên Îranê dikir û yek ji rêveberên leşkerî yê Îranê ye ku, piştî mirina Xûmeynî heta naha li ser kar maye ye.
Li gor hin malperên opozîsyona Îranê ji ber kêmasî û şikestên li dû yek ên hêzên çekdarên Îranê yên li Sûriyê, Iraqê û lawazbûna asayîşa navxweyî ya welat sedemê li ser kargirtina Hesen Fîrûzabadiye.