Rojava News: DAIŞê ku bi taybetî li Iraqê hêza wê roj bi roj kêmtir dibe, hêdî hêdî ji hev dikeve. 7 milîtanên DAIŞê li parêzgeha Selahedîn a Iraqê yên ku ji ber şerî reviyabûn, ji aliyê hevalên xwe hatin avêtin nav qazana ava kelandî.
Li gorî nûçeya CNN Turkê, bûyer li herêma Şerqatê ya parêzgeha Selahedînê pêk hat.
Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatine bidestxistin,7 milîtanên DAIŞê ji pevçûnan reviyan. Milîtanên reviyayî ji aliyê hevalên xwe ve hatin girtin û ji bo sizakirinê ew anîn jiyangeha nêzîk.
Ew milîtanên ku dest û kingên wan zeft hatibûn girêdan ta ku nerevin, piştî demekê hatin avêtin nava qazana ava kelandî.