Rojava News: Saziya Navenda Fikran ya Brîtanyayê (IHS) derbarê rêxistina terorîst DAIŞê de raporek amade kir. Li gorî raporê DAIŞê di sala 2016an de li Iraqê û Sûriyayê sedî 12 axa ku kontrol dikir winda kiriye.
Di raporê sala 2015an de DAIŞê 78 hezar kîlometro kare erd kontrol dikir û sedî 14 winda kiribû. Sala 2016an di 6 mehên ewil de jî sedî 12 erdê destên xwe winda kiriye. Rêxistina terorîst ji 4ê Tîrmehê vir ve li Iraqê û Sûriyayê hêj 68 hezar û 300 kîlometro kare erd kontrol dike.
Li gorî nûçeya ku Al Jazeera tirk de derbas bû di raporê de sala 2015an de kêmzêde mehaniya rêxistinê 80 mîlyon dolar bû, di sala 2016an de ket 56 mîlyon dolarî.
Pisporê analîza IHSê Ludovico Carlino, destnîşan kir ku ji meha adarê vir ve pereyê DAIŞê sedî 35 kêm bûye.
Li gorî daxuyaniya Pentagonê ku di meha gulanê de eşkere kiribû DAIŞê li Iraqê sedî 45, li Sûriyayê jî sedî 20 erdê ku kontrol dikir winda kiriye.