Print this page

Li Tirkiyê 6 hezar kes bi sedema kodetayê hatine girtin!

Rojava News: Wezîrê Dad yê Tirkiyê Bekîr Bozdac ragehand ku, di çarçoceya têkçûna hawla derbeya leşkerî de heta niha 6 hezar kes hatine girtin, da zanîn ku, operasyona girtina wan kesên pêwendîdar bi kodateyê berdewam e.

Berî niha Berpirsekî mezin yê Tirkiyê ragehand ku, hin encamderên derbeya leşkerî  heta niha li bajarê Stenbolê li ber xwe didin û hê nehate girtin, tekez kir ku,  hemû navçeyên welat di bin kontirola wan de ne.

Derbarê wê operasyonê Wezîrê Dad yê Tirkiyê Bekîr Bozdac ji T.V NTV a Tirkiyê re ragehand ku, di çarçoveya girtina wan kesên pêwendîdar bi derbeya leşkerî ya têkçûyî de heta niha 6 hezar kes hatine girtin.

Bozdac da zanîn ku, operasyona girtina encamderên kodetaya têkçûyî dê berdewam e.

Di 15ê vê mehê de ji aliyê komek endamên Artêşa Tirkiyê hawla kodetaya leşkerî hate kirin, lê piştî Serokomarê Tirkiyê Receb Teyb Erdogan bi rêya mûbaylê daxwaz ji welatiyan kir dakevin cadeyan kodete têkçû.