Print this page

Cîgirê Ebûbekir Bexdadî hate kuştin!

11:33:24

 

Rojava News: Arteşa Iraqê raghand ku wan komek serkirdeyên DAIŞê di dema civînekê de bajarokê Qayim a ser bi parêzgeha Enbarê bombebaran kirye û di encamê de 13 serkirdeyên wê rêxistinê hatine kuştin ku cîgirê Ebûbekir Bexdadî jî di nav de ye.

Di beyanameyekê de, Şaneya Şer a ser bi Fermandehiya Hevbeş a Operasyonên Hêzên Iraqî ragihandiye, wan tevgerek ne asayî li navçeya Qayim dîtine ku serkirdeyên DAIŞê jî di nav wê tevgerê de hebûne û hêzên Arteşa Iraqê jî ew dever bombebarankirine.

Li gor wê beyanameyê, di wê bombebaranê de 13 çekdarên DAIŞê hatne kuştin û 11ên din jî birîndar bûne û cihê ku civîn lê hatiye kirin jî bi tevahî hatiye rûxandin.

Hate ragihandin ku hejmareke teqemenî û du otomobîlên bombekirî jî hatine têkbirin.

Bajarokê Qayim dikeve ser sînorê Iraq û Sûriyê  ku DAIŞê rûberek mezin ê wan herdu welatan kontrol kiriye