Print this page

Çûn û hatina bargeha Incirlikê hat qedexekirin

12:11:17

 

Rojava News: Çûn û hatina ji bo Fermandariya Baregeha Tankeran a 10emîn a Incîrlikê heta fermaneke din hat qedexekirin. Wezîrê YEyê Çelikî got: “Me ewlehî bi awayekî giştî nirxand, ti kêşe tine” lê hat zanîn ku ihtimala derbeyeke nû li Adanayê ev istixbarat hat wergirtin.

Derdora saet 23:00, li Adanayê nêzîkî 7 hezar polîsî bergirî li ber Birêveberiya Ewlehiya Adanayê, Walîtiya Adanayê, Balafirgeha Adanayê û Girtîgeha Kurkçulerê girtin.

Li gorî nûçeya rojnameya Hurriyetê jî, bergiriyên derasayî li Baregeha Tankeran a 10emîn a Incîrlikê hatin girtin ku Bekir Ercan Van yê derbekar bi kar anîbû.

Herwiha TOMA, hêzên polîsan û tîmên dijî terorê li wir hatin bicihkirin û heta fermaneke din, çûn û hatin hat qedexekirin.

Ji aliyekî din ve, 50 bombeyên hîdrojenê B-61 yên Amerîkayê li wir in. Şifreyên wan di destên Amerîkayê de ne û bêyî wan şifreyan nayên bikaranîn.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, ihtimala hewldaneke din a derbeyê hebû lewra ev bergirî hatin girtin lê Wezîrê YEyê Omer Çelikî ji hesabê xwe yê Twitterê wiha nivîsî: Ez li Adanayê me, Ne li Adanayê û ne jî li Baregha Incirlikê ti kêşe tine ne, me rewşa ewlehiyê bi awayekî giştî nirxand. Ti kêşe tine ne."

​Herwiha Sererkanê Amerîkayê Joseph Dunford îro tê Tirkiyeyê. Dunford dê hevdîtinên dualÎ li Enqereyê pêk bîne û dê serdana leşkerên li Incrilikê bike.