Print this page

Hizbulah: Dibê ku Sûriyê û Iraqê bêne perçekirin!

 11:16:37

Rojava News: Hizbulaha Libnanî dibêje, Li Sûriye bidawîna şer ne nezîke, û dibê ku di encama  bi dawibûna şer Iraq û Sûriye bê dabeşkirin.

Cîgirê Sekreterê Giştî yê Hizbulaha Libnanî ya Şîyî Şêx Neîm Qasim di hevdîtinekê de bi “Rueterss” re ragihand ku, Îran, Rûsya û Hizbulah dê bi piştgîriya Esed heta dawiyê bikin, herwiha girtina Helebê ji aliyê rêjîma Sûriyê ve jî, ne armanceke bilez e.

Qasim derbarê dabeşkirina Sûriye û Iraqê de got: “Ez di demê pêş de perçebûna Iraq û Sûriyê ne wek pêşniyar, weke gavekê dibînim, lê ew perçebûn dê baş be an jî xirab be nizanim.Belkû ne demek n’ezîk belê welatên derva li ser perçekirina her dû weatan rijdin.

Qasim di beşeke din de dibêje, destêwerdana Rûsyayê ji nava Sûriyê re, li dijî projeya Amerîkî erênî bû, herwiha pêwendiyên Rûsya û Îranê bi Sûriyê re bo mana Serokê Sûriyê Beşar Esed bû û bo dîtina çareseriyeke siyasî ji krîza Sûriyê re.

Ji destpêka krîza Sûriyê di Adara 2011an ve, Hizbulaha Libnanî bi aliyê rêjîmê re şerê opozîsyonê dike, herwiha gelek endamên wê jî di şerê di Sûriyê de hatine kuştin.