11:03:52
Rojava News: Li Yemenê dibistana ku ji aliye balafirên şer ên koalisyona ereban hate bombebaran kirin de 10 zarok û 28 jî rayedarên dibistanê jiyana xwe ji dest dan .
Rêxistina Bijîşkên Bêsînor ragihandin ku li wîleyeta Sadaayê ya Yemenê balafirên şer ên koalisyona ereban di dema perwerdehiyê de dibistanek seretayî bombebran kirine û di encamê de 10 zarok û 28 jî rayedarên dibistanê jiyana xwe ji dest dane. Herwiha avahiya dibistanê jî hilweşiya ye.
Li welatê Yemenê ji sala 2014an ve di navbera hêzên girêdayî Serokê Dewleta Yemenê Abdrabbuh Mansur Hadê û hêzên Husiyên ku girêdayî Serokê Dewleta Yemenê ya berê Ali Abdullah Salih de şer û pevçûnên dijwar diqewimin. Ji Adara 2015an vir ve balafirên şer ên koalisyona ereban ku ji welatên erebên kendavê pêk tên herêmên Husiyan bombebaran dikin.